Kelepora Cîhanê

Alayê ligel logoya Kelepora Cîhanê yê UNESCO
Kela Selahedîn (Sûrî)
Mizgefta Mezin a Dîvrîgiyê (Bakurê Kurdistanê, Tirkiye)
Qere Kilîsa (Dêra Reş) (Azerbaycana Rojava, Îran)
Persepolîs ( Iran)
Pîramîda Keops (Gîze, Misir)
Peykera Azadiyê, li New Yorkê ( DYA)
Bedena Mezin a Çînî, ( Çîn)
Qesra Eyt Benhadû ( Maroko)
Chichen Itza, li Meksîkê
Shinto ( Japon)
Şkefta Destan (Cueva de las Manos) li Arjentînê
Manastira Geghardê ( Ermenistan)

Kelepora Cîhanê an jî şûnên Kelepora Çandî yê Cîhanê, ev şûnên ko ji layê Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî ( UNESCO) ve wek Kelepora Cîhanê tên parastin. Li gorî lîsteya UNESCOyê 851 şûnên parastî hene li 140 welatan. Ji wan, 660 şiwînên çandî ne û ji aliyê mirovî ve hatin avakirin û 166 jî şiwînên xweristî ne. 25 ji wan him şiwînên çandî û him jî şiwînên siruştî ne.

Ramana parastina şûnên Kelepora Cîhanê

Ramana parastina Kelepora Cîhanê ji sedsala 18'an û vir de dihere jî, ew hêla UNESCO di sala 1954'an de hate saloxdan:

„Damage to cultural property, belonging to any people whatsoever, means damage to the cultural heritage of all mankind, since each person makes its contribution to the culture of the world.“

(Wergera bi kurdî= Her zirarê ko tê tiştekî aborî, ne girînga ko eyda kîjan gelî be, tê maneyê zirareka mîratê dinê yê eyda mirovatî ye, çimkî her gel bi tevkiriyê xwe li mîratê dinê serzêdeyiyê dike)

Her sal komîteya mîratên dinê yê UNESCO di pûşperê de dicive û qerarên bo mîratên nûyên wan parastin nîşan dike.

Krîterên aborî

  1. Şiwînekê ko wek şaheserek aferindêriyê mirovahatî nîşan dide
  2. Şiwînekê bo herêmekê dinê, bo pêşketinên di teknolojî, avahiyê de bandorekê mezin ber dayî.
  3. Şiwînekê ko bêkêmasî an şahane kevneşopeka aborî an aborîyêkê ko winda bûyî nîşan dike.
  4. Şiwînekê ko şimşatê avahî, mîmarî, an teknolojiyê serdemekê an serdemên dinê temsîl dike.
  5. Şiwînekê ko neştiyê mirovahî an werzeyê serdemekê dinêyê derbaz bûyî nîşan dike û bi raborînê demê re ew taybetiya xwe winda kirî.
  6. Şiwînekê ko bêgengeşî û eşkera bûyer, şimşatê jiyanê, ramanên olî, hunerî û lîteratûrî bimane.

Krîterên xweza

  1. Şiwînekê ko rindiyê xweza an herêmekê, an êstetîkê derekê nîşan dike.
  2. Şiwînekê ko bêkêmasî gavên çaxên dinê, guherînê jiyanê, prosesên jeolojîk, guherînên jeomorfolojîk nîşan dide.
  3. Şiwînekê ko bi şimşatekê şahane guherîn û prosesên okolojîk, bîolojîk û guherînên welat, av, berav, derya, ajelan an gil û giyan nîşan dide.
  4. Şiwînekê ko têvaliyê bîolojîkê erdê û herêmekê nîşan dide û celebên êdî tehlîkayê winda bûnê îhtîva dikin û bo dinê bimane.
Other Languages
Alemannisch: UNESCO-Welterbe
azərbaycanca: Ümumdünya irsi
Boarisch: UNESCO-Wödeabe
беларуская (тарашкевіца)‎: Сусьветная спадчына ЮНЭСКО
brezhoneg: Glad bedel
客家語/Hak-kâ-ngî: Sṳ-kie Vì-sán
hornjoserbsce: Swětowe herbstwo
Bahasa Indonesia: Situs Warisan Dunia UNESCO
日本語: 世界遺産
қазақша: Әлемдік мұра
한국어: 세계유산
Lëtzebuergesch: Weltierfschaft
монгол: Дэлхийн өв
Bahasa Melayu: Tapak Warisan Dunia
Plattdüütsch: List vun dat Weltarv
Nedersaksies: Wealdarfgoodlieste
Nederlands: Werelderfgoed
norsk nynorsk: Verdsarv
саха тыла: Аан дойду Утума
srpskohrvatski / српскохрватски: Svjetska baština
Simple English: World Heritage Site
српски / srpski: Светска баштина
Basa Sunda: Loka Warisan Dunya
svenska: Världsarv
Kiswahili: Urithi wa Dunia
Türkçe: Dünya Mirası
татарча/tatarça: Бөтендөнья мирасы
Tiếng Việt: Di sản thế giới
吴语: 世界遗产
中文: 世界遗产
粵語: 世界遺產